PeyamaKurd – Şîrketa Viessmann Climate Solutions ya Almanan ku li bajarê Manisa Tirkiyê xebata xwe ji sala 2013an de dikir û di bin sîwana şîrketa DYAyê ya Grûba Carrier de dixebitî, biryara girtina fabrîka xwe da.
Di fabrîkê de sîstemên cemidandinê tên hilberîn û biryarê dan ku heya meha Temmûz a (Tîrmeh) 2026an fabrîkê ast bi ast bigrin.
Hilberîna kombiyan ya tîpa li ser dîwaran datînin ku ya gazê ye, wê li Almanya li navenda Allendorf/Ederê bên hilberîn.
Di çapemeniya Almanya de biryar dengveda û goya li ser daxwaza mêzêna daxwazên diguhirin, di stratejiya xwe de guherînên eslî dikin. Almanya wê bibe baregeha wan ya esasî.
Berdevkê çapemeniya Viessmannê Vanessa Ante, balê kişand ser dînamîkên bazara Ewrûpayê û got ku di bazara Almanya de tîpa sîstema li ser dîwaran datînin, di bazarê de daxwaza wan gelek kêm bûye û ya Manîsayê digrin da xwe ji belawelabûnê rizgar bikin û li yek navendekî bicivin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê bi girtina fabrîkê tenê bandor li 150 xebatkaran bibe û dê bazara xwe ya Tirkiyê biparêzin.
Viessmann di Êylula 2013an de bi veberhênana ji 15 milyon Avroyî zêdetir hatibû avakirin.