PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump baca gumrikê ya ku Amerîka malên ji welatên din dikire, heya niha %10 bacê distend lê Trump ragihand ku ji niha û pê de derdixe %15an.
Dadgeha Bilind ya DYAyê biryarê dabû ku erka Trump nîne ku bacê deyne ser berhemên welatan û biryar da ku dana biryara bacê ya meclisa DYA ye.
Niha, Trump li ser baca nû ya gumrika kureyî an ku ya giştî ya navdewletî ya DYAyê got:
“Ez nisbeta baca kureyî ya %10, derdixim %15an.”
Trump, piştî biyara dageha bilind ya DYAyê ragihandibû ku dê her rêyekî bibîne da bi bacê bileyîze û wê karibe xwurttir biryarên bacê bide.