PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê di navbera du terefan de munaqeşe çêbû û 2 kes giran birîndar bûn. Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê jiyana her dû birîndaran jî di talûkê de ye.
Kesên di rûdanê de birîndar bûne Muhammet Mustafa A. û Muhammet B. ne. Bûyer ber destê êvarê li taxa Çöşnükê qewimî. Li gor gotinan; Muhammet Mustafa A. û Muhammet B. di baxçe de bi kesên navên wan nehat zanîn re munaqeşe kirine û bikêran li her dû kesên navborî xistine.
Gumanbar, ji ciyê bûyerê reviyane lê Muhammet Mustafa A. û Muhammet B.giran birîndar bûne û di nav xwînê de mane. Bi ambûlansan ew birine nexweşxana dewletê ya navça Battalgaziyê.
Polîs ketiye per êrîşkerên bi kêran, da ew desteser bikin.