Nûnerê YE yê Herêma Kurdistanê bi rayedarên Hollanda re hevdîtin kir

Dîroka Weşanê :
Nûnerê YE yê Herêma Kurdistanê bi rayedarên Hollanda re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewrûpayê Dr. Dilawer Ajgeyî bi rayedarên wezareta karên derve yên Hollandayê re civiya.

Di civînê de li ser Sûriyê, rewşa li Kurdistana Rojava û damezrandina Hukumeta Herêma Kurdistanê axifîn.

Bi nûner Dr. Dilawer Ajgeyi re, ji wezareta karên derve ya Hollandayê, rêvebira Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka Guusje Altes hebû ku serpereştiya heyetan dikirin. Nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê Ajgeyi bo Rûdawê gotiye:

“Mijarên rojeva me yek ji wan Sûriye û li ser Kurdistana Rojava bû. Me her dû teref jî banga diyalogê û çareseriya bi aştiyane kirin û divê li mafên milletê Kurd û pêkhateyên din rêz bigrin û em tê de bûn hemfikir.

Dr. Dilawer Ajgeyi her weha got ku Hollanda serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bi taybetî xebatên serok Mesûd Barzanî yên li herêmê yên hewla parastina aştî û îstîqrarê bi teqdîrekî mezin qebûl dikin.”

Di civîne de mijara dinê ya esasî ew bû ku li ser avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê bû û her weha rewşa siyasî ya li Iraqê bû. Ajgeyî got:

“Em her dû teref jî me daxwazên xwe yên ji bo pêşdebirin û xwurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê anî ziman.”