Li Brîtanya piştî terawîhan bi kêrê êrîşek pêk hat: Kesekî mir û 2 birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li Brîtanya piştî terawîhan bi kêrê êrîşek pêk hat: Kesekî mir û 2 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Brîtanyayê li devera West Midlands li bajarê Birminghamê dema terawîhên mizgefta Oldbury qediyan, di derçûna mizgeftê de, bi kêrê êrîşekî hat kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Polîsê West Midlandsê ragihand ku do êvarê piştî limêja terawîhan ya li bajarê Birminghamê ya di mizgefta Oldburyê, di seha otoparkê de 3 kes bi kêrê birîndar bûne.

Tê gumankirin ku piştî di seha otoparkê de munaqeşe têkirin, ji 3 birîndaran yek ji wan jiyana xwe ji dest dide.

Kesê can daye temenê wî 18 û her dû birîndarên din jî 19 û 22 salî ne. Polîs ragihand ku ji aliyê mirinê de talûka jiyana her 2 birîndaran nîne.

Li ser bûyerê lêpirsîn û lêgerîna polîs dewam dike lê polîs dibêje ku ew texmîn nakin bûyer ya şowenîstiyê an cudakariyê ye.

Polîs ragihand ku piştî nêrîna li kamerayên der û dorê û îfadên şahidan, dê karibin li gor delîlan encamekî bidin raya giştî.