PeyamaKurd – Federasyona Rûsyayê ji 89 herêman pêk tê û kirina perwerdê bi 105 zimanan têkirin. Rûsya ji gelek milletan pêk tê, statuya zimanan û ciyê zimanan di perwerdê de, di bin garantiya destûrê de ye.
Li seranserê Rûsyayê 29 herêmên etnik-netewî û 24 komarên otonom hene ku dike 89 beşên îdarî. Li seranserê Rûsya ji 190 milletê zêdetir millet hene û 277 ziman û lehçeyan xistine bin qeydê. Zimanê Rûsî zimanê dewletêye û ji bilî Rûsyayê 50 ziman zêdetir xwediyê statuya zimanê fermî ne.
Ji 24 komarên otonom yên federasyona Rûsyayê yek Tataristane ku xwediyê modela balkêşe, bi taybetî ji aliyê pereweda di zimanê zikmakî de.
Li gor nûfûsa Tataristanê ya sala 2021an; 4 milyon 91 hezar û 700 kesin. Li Tataristanê 2 milyon û 90 hezar kes xwe Tatar dibînin. Li gor destûra Tataristanê; zimanê Rûsî û Tatarî zimanên fermîne û sîstema perwerdê li ser esasê du zimaniyê ye.
Di dibistanên Tataristanê de 600 dibistan bi zimanê Tatarî perwerde dibin. Di van dibistanan de hinek ders bi zimanê Rûsî tên dayîn.
Di 880 dibistanan de perwerde bi zimanê Rûsi ye. Zimanê Tatarî di dibistanan de mecbûriye. Qanûnên Tataristanê her dû zimanan weka hev mecbûr dike.
Perwerda berya dibistanê: Di 711 dibistanên berya destpêka xwendinê de, perwerde û pêvajoya terbiyê bi Tatariye.
Xwendina bilind: Di temamê zankoyan de zimanê Tatarî zimanê akademike û yê perwerda pîşesaziyê ye.
Zankoya federal ya Kazanê weka navendê ye. Di beşên fîlolojiyê de, beşa “Zimanê Tatar û Wêjeya Tatar” û “Rojnamegerî” hene. Di van bernameyan de ziman, folklor, wêje û dîroka Tataristanê bi kûrahî tê xwendin.
Zimanên pêkhateyên din jî tên parastin: Li Tataristanê ne tenê zimanê Tatar û Rûsî lê her weha seha zimanên din yên kêmneteweyan jî heye. Ji 1402 dezgeyên perwerdê 124 di statuya “etno-kultur” de xebat tên kirin. Di van dibistanan de zimanê Çawûşî, Ûdmûrtî, Marice, Mordvincî û Îbranî de perwerde dikin.