PeyamaKurd – Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê raporekî belav kir û di rapora xwe de got ku êrîşên ser çavkaniyên enerjiya Rojhilata Navîn û astengiyên ku danîne ser Tengava Hurmizê, di sewqiyata petrolê ya bazara dinyayê de gelek kêmasî çêkiriye.
Ligor raporê; di meha Nîsanê de rojane 1 milyon û 800 varêl kêm bûye û daketiye 95,1 milyon varêlî. Ji destpêka şer heya niha wendayiya erza petrola bazarê, rojane bûye 12,8 milyon varêl.
Hilberîna petrolê ya OPECê û yên di derveyê OPECê de rojane 1,9 milyon dolar kêm bûye û miqdarê wê daketiye 40 milyon û 100 hezar varêlî.
Li herêma Kendavê, hilberîna petrolê %45 kêm bûye û ji destpêka şer heya niha daketiye 17,6 milyon varêlî.