PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi Konsûlê Yekîtiya Ewropayê (YE) Ramon Blecua û Kordînatorê Dijî Terorê yê YEyê Gilles de Kerchove civiya û sedemên zêdebûna tevgera DAIŞê ya li çend bajarên Iraqê aşkere kir.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina doh 28ê Mijdarê ya ligel Konsûlê Yekîtiya Ewropayê Ramon Blecua û Kordînatorê Dijî Terorê yê YEyê Gilles de Kerchove de, hişyariya ji nû ve zindîbûna DAIŞê da û sedemên ji nû ve zindîbûna DAIŞê li çend bajarên Iraqê eşkere kir.
Barzanî got ku divê hêzên navdewletî rê nedin DAIŞ dûbare mezin bibe û destnîşan kir, sedema sereke ya ji nû ve serîhildana DAIŞê sîstema siyasî û gendelî û nebûna xizmetguzariyê ye.
Mesrûr Barzanî li ser hemahengiya YE û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de jî bi bîr xist, şerê DAIŞê ne şerê herêmekê ye, şerê hemû cîhanê ye.
Balyozê YEyê Ramon Blecua jî di hevdîtinê diyar kir ku ew dê pêwendiyên xwe yên ligel Kurdistanê xurtir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin