PeyamaKurd - Xwendekarekî kurd yê Rojhilatî, ji ber ku pirtûkek derbarê hebûna Xwedê de wergerandiye kurdî, ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat girtin.
Malpera Hengaw ragihandiye, hêzên îstixbarata Îranê roja 7 vê mehê li bjaarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê, êrişî mala xwendekarê kurd Ebdullah Perîxanî kirin û ew girtin.
Li gorî agahiyan, sûcê wî xwendekarê kurd ew bûye ku pirtûka înglîzî ya bi navê “Is There God?” (Gelo Xudê Heye?) wergerandiye kurdî.
خوێندکارێکی کورد و وەرگێڕی کتێبی “ئایا خوایەک بوونی هەیە” لە نەغەدە دەستبەسەر کراhttps://t.co/MGqoAE2Kj7
— Hengaw Organization (@HengawO) September 11, 2019
Ev çend roj in nayê zanîn ew xwendekarê kurd li kîjan girtîgeha îstixbarata Îranê de ye.
Xwendekarê kurd Ebdullah Perîxanî xelkê bajarê Şino ye lê niha li Nexedê dijî. Ew li zankoya Ormiyê di beşa zimanê înglîzî de qonaxa masterê dixwîne.
Pirtûka “Is There God?” sala 1996 ji aliyê nivîskarê Brîtanî, Richard Swinburne ve hatiye nivîsandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin