PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar got:
“Bi vê peymanê re, Tirkiye bi BP re, di sehayên Kerkûkê de bûn ortax. Esas demekî dirêje em li ser vê projê dixebitin. Pêngavekî me ya girînge ku TPAOyê bikin ku di yek rojekî de 1 milyon petrol û gaza xwezayî hilberîne.”
TPAO, %15ê para BP Energy Company of Kirkuk Limitedin (BP ECKL) kirî. Wezareta enerjiyê ragihand ku berya serokwezîrê Iraqê Ali ez-Zeydi ji aliyê Erdoğan de li Ankara bê qebûlkirin, merasima îmza peymanê li wezaretê hat kirin.
Di merasima peymanê de, bi serpereştiya wezîrê Tirkiyê yê enerjiyê Alparslan Bayraktar, îmza peymanê li ser navê TPAOyê, rêvebirê giştî yê TPAOyê Cem Erdem û li ser navê BPê cîgirê serokê BP yê ji pêşdeçûnan berpirs Andrew McAuslan îmza kirin.
Bi îmzakirina peymanê re Bayraktar got ku wê %15 para TPAO li wê derê hebe, bi ortaxiya "ConocoPhillips, BP û TPAO re wê konsorsiyûmekî ava bibe. Konsorsiyûm ji bo pêşdebirina 3 milyar varêl petrola Kerkûkê ku ev reqem texmîniye, ji bo rezervê pêşde bibin, hilberînin û hilberîna wê derê zêde bikin, dê bi hevre bixebitin.
Proje, ji bo sehayên li Kerkûkê yên bi navên Baba, qubbeyên Awanah û Bai Hasan, Jambur û Xabbazê ne ku sehayên hidrokarbonê ne jî.
Tê gotin ku seha peyman li serê kirine texmînen di ser 3 milyar varêl petrolê zêdetir an weka wê hidrokarbon heye. Dibe li nêzî sehayê îlawe sehayên ku tê de li petrol û hidrokarbonê bigerin hebin.