3 kîlo zêr pêvekirin

3 kîlo zêr pêvekirin

PeyamaKurd- Li Kurdistanê şert û mercên kirina dawetan gelek girane. Bi taybetî li herêma bajarê Rihayê gelek girane. Mesrefa dawetê û eger di xwestiê de tişt hatibin xwestin an qelen hatibe dayîn, ev barê malbata zavê giran dike. Di malbatên eşîra Şeddadiyan di daweta yek ji giregirên eşîretê de 3 kîlo zêr bi bûkê vekirin.

Li dora 2 hezar kes tevli dawetê bûn û dawetvanan govendê girtin û xwarin xwarin. Di dawetê de dolar avêtin ser serê bûk û zavê ku ev jî niha bûye weka çandeka Kurdan. Zêrên ku bûkê vekirin li dora 3 kîloyan bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin