Mektûbên dijîtal bûn pirtûk: Berhema Delyadilê 'Guhdar D.' ji weşanên DOZê

Mektûbên dijîtal bûn pirtûk: Berhema Delyadilê 'Guhdar D.' ji weşanên DOZê

PeyamaKurd - Doktor Delyadil berhema xwe ya yekem a bi navê "Guhdar D." pêşkêşî xwendevanên Kurd kir. Ev pirtûka ku ji mektûbên dijîtal pêk tê, ji aliyê Weşanên DOZê ve hate çapkirin.

Ji Podcastê ber bi rûpelên pirtûkê ve

Naveroka pirtûkê ji 13 mektûban pêk tê ku van salên dawî di platforma Perxudres Podcastê de hatibûn weşandin û rastî eleqeyeke mezin hatibûn. Nivîskar Delyadilê ev mektûbên xwe yên dijîtal niha di bin banê Weşanên DOZê de kirine pirtûk.

Taybetmendiya Koda QRê: Hem bixwîne hem guhdarî bike

Yek ji taybetmendiyên herî baldar ên pirtûkê "Koda QR"ê ya li ser paşbergê ye. Xwendevanên ku bixwazin mektûban bi deng guhdarî bikin, dikarin bi rêya vê kodê xwe bigihînin versiyona dengî ya berhemê.

Omer Faruk Baran: 'Kaosa bajarekî û qehreke dilşikestî'

Pêşgotin û nivîsa paşbergê ya pirtûkê ji aliyê rojnamegerê Kurd Omer Faruk Baran ve hatiye nivîsandin. Baran di nirxandina xwe de pirtûka Guhdar D. wekî "kaosa bajarekî, hizûr û honikiya berêvareka havînê, xuşexuşa hêsiran û gramereka şaş bi gotinên rast" pênase dike.

Delyadil kî ye?

Nivîskar Delyadil di sala 1990î de li navenda Diyarbekirê ji dayik bûye. Ew ji sala 2014an ve li bajarê xwe doktoriyê dike û di sala 2023yan de jî dest bi pisporiya onkolojiyê kiriye. Guhdar D. wekî yekem xebata wê ya wêjeyî cihê xwe di pirtûkxaneya Kurdî de girt