Pirtûka 'Ji bilî çiyayan ti hevalê me nînin’ xelateke din wergirt

Pirtûka 'Ji bilî çiyayan ti hevalê me nînin’ xelateke din wergirt

PeyamaKurd - Penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Bêhrûz Bûçanî ku  li kampeke penaberan a hikûmeta Awustralyayê ya li girava Manus dimîne, piştî wergirtina Xelata Edebî ya Vîktoriya ya Awustralyayê bo pirtûka xwe ya bi telefona xwe nivîsandibû, vê carê jî Xelata Niştimanî ya Bayografî ya Awustralyayê wergirt.

Pirtûkxaneya Niştimanî ya South Wels a li Awustralyayê, îro 12ê Tebaxê ragihand ku ji ber pirtûka ‘Ji bilî çiyayan ti hevalê me nînin’, Behrûz Bûçanî hêjayî Xelata Niştimanî ya Bayografî ya Awustralyayê hatiye dîtin.

Pirtûkxaneya Niştimanî ya South Wels pirtûka penaberê Kurd wekî berhemekî bilind nirxand ragihand, Desteya Nirxandinê ya Xelatê jî pirtûka ‘Ji bilî çiyayan ti hevalê me nînin’ a Behsrûz Bûçanî wek hewleke cihê matmayînê û balkêş bi nav kiriye.

Bûçanî ji girava Manusê bi rêya vîdyodîmena Whatsappê beşdarî di merasimê de kir û di gotara xwe de spasiya civaka edebî û sivîl a Awustralyayê kir û got, ew bûne beşek ji berevanîkarên me li hember vê sîstemê ku mebesta wî hikûmeta Awustralyayê ye.

Penaberê Kurd, Bêhrûz Bûçanî berî niha jî ji bo heman pirtûka xwe, Xelata Edebî ya Vîktoriya ya Awustralyayê wergirtibû, lê ji ber ku hikûmeta Awstralyayê destdûr nedbû ji girava Manusê derkeve, beşdariya merasima wergirtina xelatê nekiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin