Li asarên dîrokî digeriyan lê bajarekî binê erdê dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Orta Anedolê li Nevşehirê li belda Kaymaklıyê kolandinên qaçax hatine kirin û li ser sitendina agahiyan, cendirme dest danîne ser wan xebatan û 2 kesên ku karên qaçax dikirin, desteser kirine.
Lê tîmên cendirmeyan bi operasyonê re dîtine ku ciyên qaçaxçî kolandine, di sehayê de bajarekî kevn û qedîm derketiye ortê.
Serokatiya seha bajarê Nevşehirê û tîmên muzeyê yên bajarê Nevşehirê di lêkolînên xwe de dîne ku di sehayê de bermayiyên bajarekî kevin hene û dest danîne ser sehayê.
Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.