PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî hevdîtina ligel hempîşeyê xwe yê Fransî Jean-Noel Barrot, di civîna çapemeniyê de, derbarê rewşa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî DAIŞê de daxuyanî dan. Husên bal kişand ser pêwendiyên navbera Bexda û Şamê û herwiha hevkariya bi hêzên navdewletî re.
Fuad Husên got, ew piştgiriyê didin peymana di navbera Rêveberiya Veguhêz a li Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatiye îmzekirin.
Husên diyar kir, nebûna îstîqrarê li Sûriyeyê rasterast û bi awayekî nerênî bandorê li rewşa Iraqê dike.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot da zanîn, wî bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re, derbarê berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞê û rewşa terorîstên girtî giftûgoyên kûr kirine û diyar kir, ew ê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li her derê li dijî DAIŞê şer bike û di vê mijarê de dê bi aliyê Sûriyeyê re hevkariyê bike.