Îranê gef li Amerîkayê xwar: Destê me digihe hemû baregehan

Dîroka Weşanê :
Îranê gef li Amerîkayê xwar: Destê me digihe hemû baregehan

PeyamaKurd- Li demeke ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, gefên lêdana Îranê dixwe û li aliyekî jî amadekariyên danûstandinan li Umanê têne kirin, Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremîniya gefeke tund li Amerîkayê xwar û got, destê wan digihe hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê.

Mihemed Ekremîniya got, “Ew Serokê Amerîkayê divê di navbera danûstandin û şer de yekê hilbijêre.”

Berdevkê Artêşa Îranê li ser aloziyên welatê xwe yên bi Amerîkayê re axivî û diyar kir, “Gihîştina hemû baregehên wan ên leşkerî ji bo me karekî hêsan e.”

Ekremîniya da zanîn ku artêşa Îranê ji bo parastina li hemberî her êrîşekê amade ye û destnîşan kir ku serdestiya wan a li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê, xala herî lawaz a leşkerî ya wî welatî ye.

Ekremîniya got, “Eger dijmin şer hilbijêre, em bi temamî amade ne. Eger şerek derkeve, êrişên me dê hemû herêmê û hemû baregehên leşkerî yên Amerîkayê bigirin.”

Hêjayî gotinê ye niha Amerîkayê hêzeke zêde ya leşkerî û keştiyên balafiran li herêma Rojhilata Navîn bicih kirine.