PeyamaKurd – Danûstandinên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ku bi navbeynkariya Amerîkayê li Ebû Dabiyê bi rê be diçin, ketin roja xwe ya duyemîn.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku aliyan piştî “gotûbêjên berfireh û berhemdar” li ser pevguhertina 314 girtiyan li hev kiriye.
Witkoff destnîşan kir ku tevî vê gava erênî jî, ji bo aştiyeke mayînde “hîn jî gelek kar heye ku were kirin”.
Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku armanca wan gihîştina “aşitiyeke rastîn” e û aşkera kir ku heta niha herî kêm 55,000 leşkerên wan di şer de hatine kuştin.
Li aliyê Rûsyayê, nûnerê Pûtîn, Kirîll Dîmîtrîev diyar kir ku prose “baş û erênî bi pêş ve diçe”, lê Yekîtiya Ewropayê û Brîtanya bi “destwerdana pêvajoyê” tawanbar kirin. Tevî van hevdîtinan, daxwaza Moskowê ya ji bo vekişîna Ûkraynayê ya ji Donbasê wekî girêka herî mezin a li pêşiya aştiyê maye.