Çavkaniyên Ukraynî: Drona ku li Helebê xist ne ya HSDê ye, Ukraynayê dabû Şamê

Dîroka Weşanê :
Çavkaniyên Ukraynî: Drona ku li Helebê xist ne ya HSDê ye, Ukraynayê dabû Şamê

PeyamaKurd- Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên medyaya Ukraynî, drona xwekuj a ku avahiya Parêzgariya Helebê doh kiribû armanc, li Ukraynayê hatiye çêkirin. Hat ragihandin ku ev dron ji bo lêdana baregehên Rûsyayê radestî hikûmeta veguhêz a Şamê hatiye kirin.

Hewldana reşkirina HSDê

Heman çavkaniyan diyar kir ku her çend medyayên Erebî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî berpirsê vê êrîşê nîşan bidin jî, ev agahî ne rast in. Tê destnîşankirin ku drona xwekuj a bi navê "Liutiy" ji aliyê Ukraynayê ve tenê ji bo armancên leşkerî yên li dijî Rûsyayê hatiye dayîn, lê niha wekî amûreke propagandayê tê bikaranîn da ku Kurd û HSD pê werin tawanbarkirin.

Armanca êrîşê

Drona "Liutiy" ku doh li avahiya Parêzgariya Helebê ket, di rastiyê de ji bo operasyonên li dijî xalên leşkerî yên Rûsî hatibû çêkirin. Pispor balê dikşînin ser vê yekê ku bikaranîna vê dronê di êrîşeke wiha de û piştre tawanbarkirina aliyên Kurdî, hewldaneke siyasî ye ji bo guhertina rojeva şerê li Sûriyeyê da ku zextê bixin ser hêzên Kurdî.