Cesedê bê serî dîtin

Dîroka Weşanê :
Cesedê bê serî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê İsparta yê Anedolê li navça Keçiborluyê li gundê Aydoğmuşê nêzî erebeyekî şewitî, cesedekî bê serî hat dîtin. Hat ragihandin ku cesed yê Ferdi özdemir (39) e ku bi xwe şivan bûye.

Welatiyên ku cesed dîtin, tîmên 112an jê agahdar kirin. Li ser agahdariyê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Cendirme tesbît kirin ku serî wî ji cesedê wî kirine. Mirovên wî yên nêz li ciyê bûyerê tesbîta nasnama wî kirin. Cesed bo otopsiyê şandin morgê

Parêzgeha İspartayê ragihand ku bo mijarê rohnî bikin li serê dixebitin. Koordînasyona bûyerê ji aliyê serdozgeriyê de têkirin.