Cîgirê wezîrê bazirganiyê Gürcan, bi rêxistinên pîseyî re li Amedê civiya

Dîroka Weşanê :
Cîgirê wezîrê bazirganiyê Gürcan, bi rêxistinên pîseyî re li Amedê civiya

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Mahmut Gürcan, bi rêxistinên pîşeyî re li Amedê civiya û bo zêdekirina potansiyela bazirganiyê dan û sitendinên ramanî kirin.

Gürcan, li parêzgeha Diyarbekirê li seranserê bajêr agahiyên veberhênanên giştî, projeyên dimeşin û xebatên hatine plankirin de agahiyan sitend.

Gürcan, paşî seredana Oda sanayî û bazirganiya Amedê û Oda esnaf û sanatkaran kir. Di seredanan de bo zêdekirina veberhênanê û hilberînê, bo zêdekirina hecma bazirganiyê, bo zêdekirina îxracatê û xwurtkirina dezge û saziyên bazirganî agahiyan sitend.

Pêngavên ku wê dewlet li herêmê bavêje û dahatûya herêmê, mijarên wî yên din bûn ku li ser wan dan û sitendinan kir.