Xezûr bûka xwe birîndar kir û xwuska wê kust

Dîroka Weşanê :
Xezûr bûka xwe birîndar kir û xwuska wê kust

PeyamaKurd – Li bajarê Kırklareliyê li navça Bahşiliyê xezûrê ku bûka wî bi kurê wî re li ber hevberdanê bûn, bi demançê bûka xwe ya bi navê Eser Ereli birîndar kir û xwuşka wê Nilgün Geçer jî kuşt. Xezûr Yaşar Ereli, li navça Bahşili bi demança ku pê sûc kiriye hat girtin.

Xezûrê binçavkirî li baregeha asayîşê îfadên wî tê sitendin. Mirovên Yaşar Ereli li ber avahiya asayîşê kom bûn û polîs tedbîrên asayîşî sitend.