PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Kolikê (Kahta) di navbera du terefan de pevçûn derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesan ji wan xerab e.
Bûyer ber destê êvarê li taxa Girne qewimî. Dema her dû terefên ku navbera wan xweş nîn bû, leqayê hev hatin, minaqeşe kirin û paşî li hev xistin. Pevçûn bû şerê sîlihan û di şer de Emin K.(68), Regaip A. (27), Sadır G., (32), Mustafa A., (34) û Remzi A., (51) birîndar bûn.
Piştî polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi tîmên tenduristiyê re şandin nexweşxana dewletê ya Kahtayê. Hat gotin ku rewşa Mustafa A. û Remzi A. baş nîne.
Ji ber rewşa wan ya xerab, ew şandin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Adıyamanê.