Çînê serdema taksiyên firîner da destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Çînê serdema taksiyên firîner da destpêkirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Hewayî ya Sivîl a Çînê (CAAC) bi awayekî fermî lîsansên xebitandina bazirganî da du şirketên navxweyî daku bi rêya dronên xweser rêwiyan veguhezînin.

Bi vê pêngavê, Çîn bû yekemîn welatê cîhanê ku destûrê dide bikaranîna “taksiyên firîner” di çarçoveyeke yasayî û bazirganî de.

Şirketên “EHang Holdings” û “Hey Airlines”ê niha amade ne daku rêwiyan li ser rêyên diyarkirî bi drav veguhêzin.

Karbidestên Çînî destnîşan kir ku ji bo vê serkeftinê, wan nirxandinên herî berfireh di warê “ewlehî, pergalên kontrola firînê û protokolên awarte” de kirine.

Pispor bawer dikin ku ev teknolojî dê di kêmkirina qerebalixiya trafîka bajaran de roleke şoreşgerî bilîze. Çîn bi vê gava xwe ketiye pêşiya Amerîka û Ewropayê û bûye pêşengê cîhanê yê “tevgera hewayî ya bajarî”.