PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Sibata 2026an li Dubaiyê, di çarçoveya “Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê” de bi Prensê Tacî yê Dubaiyê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yê Îmaratê Şêx Hemdan bin Mihemed El Mektûm re hevdîtinek pêk anî.
Di civînê de, her du aliyan giranî dan ser xurtkirina têkiliyên dualî û hevkariya stratejîk.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê hevdîtina giring de spasiya xwe ji bo “piştgirî û hevkariya berdewam a Îmaratê ji bo Herêma Kurdistanê” nîşan da.
Her du rêveberan tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e peywendiyên her du aliyan di hemû waran de hîn bipêşdetir bikevin da ku xizmeta berjewendiyên hevbeş bikin.