PeyamaKurd – Li Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê çeteyên siwarên motorsîkletan yên çekdar êrîş kirin ser gundê girêdayê bajarokê Tungan Dutse. Di necamê deçete 50 kesan kuştin û gelek kesan revandin ku di nava wan de zarok û jin hene.
Ji bilî kuştin û revandinê, gelek xaniyan yaxma kirin û niha xelkê deverê di nava tirsê de dijî.
Welatê Nîjerya demekî dirêje bi hinek welatên weka Çadê û Nîjerê re dikeve ber êrîşên çeteyan, rêxistinên weka Boko Haramê û baskê DEAŞê yê Afrîka Rojava ISWAPê.
Li Nîjeryayê mirov direvînin, davêjin ser gundan gundiyan dikujin, ji xelkê fidye distînin, xaniyan xerab dikin, davêjin ser dibistanan û malan talan dikin.