Di konferansa Munihê de Rubio, Şeybani û Abdî hatin cem hev

Dîroka Weşanê :
Di konferansa Munihê de Rubio, Şeybani û Abdî hatin cem hev

PeyamaKurd – Di çarçova Konferansa Munîhê ya Ewlehiyê de, li Almanya wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio û ji Sûriyê wezîrê karên derve Esad Hasan eş-Şeybanî û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî û seroka daîra têkiliyên derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ahmed, di asta bilind de hevdîtinekî kirin û li ser pêvajoya demkî ya Sûriyê, têkoşîna bi terorê re û li ser îstîqrara herêmê axifîn.

Di hevdîtinê de, bi giranî li ser pêvajoya demkî ya Sûriyê, li ser rewşa Rojava ya heyî, rewşa têkoşîna bi IŞİDê re ya dawiyê axifîn.

Piştî civînê serokê HSDê Mazlum Abdî hevdîtina bi Rubio re bi erênî bi nav kir. Di hevdîtinê de Îlham Ahmed û Esad Hasan eş-Şeybani li ser navê heyeta Sûriyê pêşniyarên siyasî yên çareseriyê û bo başkirina rewşê daxwazên xwe bo Rubio ragihandin.