PeyamaKurd – Hêzên asayîşa Îranê li seranserê Îranê û Kurdistana Rojhilat weka berdewamiya protestoyên Îranê, 4 Kurdan xistin bin çav. Ciyên ku her 4 Kurdan lê girtine, Şêrwan, Gîlana Rojava, Tehran û Qûçan e.
Hengawê heya niha 600 nasnamên Kurdan yên hatine binçavkirin, bi belgeyan weşandiye.
Asayîşa Îranê li bajarê Îlamê li navça Şêrwanê li Lûmarê kesê bi navê Malik Xelefî di 12.01.2026an de ew girtine û birine ciyekî nediyar.
Li Gilan a Rojava hunermend Huseyin Fattahi car din xistin bin çav. Deh roje jê ti aganî nîne.
Li Tehranê hêzên dewleta Îranê, Kurdê ji bajarê Seqizê yê bi navê Arman Marûfî ku li Tehranê dima, xistine bin çav, ji 07.01.2026an heya niha agahî jê nîne
Ji navça Qûçanê ji gundê Jartudehê Yaşar Qadirî di 07.01.2026an de girtine binçav û birine ciyekî ku nayê zanîn lê heya niha kes agahiyan jê nestendiye.