Serokê DYAyê Trump diçe Venezuelayê

Dîroka Weşanê :
Serokê DYAyê Trump diçe Venezuelayê

PeyamaKurd – Piştî serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji aliyê Amerîka de hat girtin, ew leşkerên ku di desteserkirina wî de wezîfe girtine, li baregeha Fort Bragg de, bi Trump re hatin cem hev.

Trump berya here baregehê, daxwuyanî da û got ku wê di wextekî nêz de ziyareta Venezuelayê bike. Herî dawiyê ji Amerîkayê Bill Clinton di sala 1997an de seredana Venezuelayê kiribû. Trump got:

“Ez ê seredana Venezuelayê bikim. Min hêj biryarê nedaye dê ez ê kengê herim. Di navbera me de têkiliyên baş hene. Wê şîrketên Amerîkayê li Venezuelayê bixebitin, wê petrolê derxin û bifroşin.

Bi serokê Venezuelayê re têkiliyên me yên baş hene. Şîrketên me yên mezin yên petrolê diçin wê derê. Wê petrolê derxin û bifroşin. Wê Venezuela pereyekê zêde ji petrolê bistîne.”