PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz, di konferansa Munihê ya ewlehiyê de bi wezîrê karên derve yê DYA re, li ser mijarên Ûkrayna, NATO û Rojhilata Navîn axifîn.
Di daxwuyaniya hat dayîn de, mijara esasî ya navbera her dû terefan ew bû ku desteka leşkerî bidin Ûkraynayê û hevdîtinên ku bi Rûsya re dimeşînin.
Merz û Rubio li ser Rojhilata Navîn bi taybetî li ser rewşa Îranê axifîn û derfetê dîtin ku berya Rubio seredana Çînê bike, li ser rewşa Rojhilata Dûr û siyaseta bazirganiyê ya bi Rojhilata Dûr de birin.