DYA li ser têkiliyên bi Îranê re, 4 kesên din, 16 dezge û 12 tanktran xist lîsta givaşê

Dîroka Weşanê :
DYA li ser têkiliyên bi Îranê re, 4 kesên din, 16 dezge û 12 tanktran xist lîsta givaşê

PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya DYAyê bi Îranê re têkildar 4 kes, 16 dezge û 12 tankêrên petrolê xist nava lîsta reş. Bi vê biryarê armanca DYAyê; berlêgirtina filoya Îranê ya sîyê û bernama Îranê ye.

Wezaretê, biryarê di ser malpera xwe ya fermî ya înternetê de ragihand ku hedefa wezaretê berlêgirtina  tora fuzeyên balîstîk û amadekirina çekên konvansiyonelin ku ji Îranê re amadekariyan dikin. Wezaretê got:

“Beşa wezaretê OFAC kire hedef ku ew kes an şîrketên ku petrola Îranê û berhemên petrolê dibin bazara dinyayê û bo rejîma Îranê ku di nav welat de siyaseta zorê dimeşîne, finansa wekîlên rejîmê dike û her weha finansa bernama çekan bo Îranê dike û ew tankêrên ku van xizmetan dike, me ew kirin armanc.”

Wezaretê ragihand ku her weha di nav armanca wan de ew amadekariyên pêş yên bo çêkirina çekan tên kirin, makîneyên hesas ji Îranê re peyda dikin, çekên weka İHAyan ji Îranê bo welatên sêyem temîn dikin, ew tora ku van karan dike, wan jî kirine hedefa xwe.

Wezareta xezîna DYAyê li seranserê dinyayê heya niha bi givaşên ser Îranê, di sala 2025an de 875 kes, keştî û balafiran xistiye nav lîsta dorpêçan.