Rojnamevan û bernamevan Cüneyt Özdemir ji Meksîkayê derket

Dîroka Weşanê :
Rojnamevan û bernamevan Cüneyt Özdemir ji Meksîkayê derket

PeyamaKurd – Rojnamevanê Tirkiyê Cüneyt Özdemir, ji bo geştiyariyê çûbû Meksîkayê û bi sedema li Meksîkayê serokê tevgera Nesla nû yê kartelê Nemesio Oseguera hatibû kuştin, temamê rêyên balafirgeh û bajêr hatibûn girtin û Özdemir bi kurê xwe re li otêlê asê mabû.

Özdemir rojekî berê jina xwe bi sedema karê wê hebû şandibû DYAyê lê ew û kurê xwe dê roja dinê dageriyana DYAyê. Kartela navborî kî derketita kuçê ew dikuştin û kes ji tirsa wan newêribû derkeve derve.

Cüneyt Özdemir, dema ji Meksîkayê bi balafirê derket, bi kurê xwe re wêneyê xwe kişand û belav kir. Özdemir sipasiya destekvanên xwe kir û got:

“Di nava wan de yek ji wan wisa nefreta xwe gihand asta bilind, ez bi xwe jî şoke bûm. Ew kes bi zimanê Îspanyolî min ji kartela Meksîkayê re hedef nîşan dida ku li Îrlandayê dijiya.”

Cüneytt Özdemir bi rojnamevan Mehmet Ali Brand re bernama “32. Gün” çêdikir û diweşand.