Erbîl bang li Bexdayê kir: Pêwiste mehane û para Kurdistanê ya budçeyê li gor jimara nûfûsê bişînin

Dîroka Weşanê :
Erbîl bang li Bexdayê kir: Pêwiste mehane û para Kurdistanê ya budçeyê li gor jimara nûfûsê bişînin

PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê ragihand ku divê hukumeta federal ya Iraqê ne tenê mehaneyên memûran lê budça herêma Kurdistanê li gor nûfûsa Iraqê ya di nav budçeyê de %14,1 bişîne.

Di civînê de her weha cezayên trafîkê ku %20ê wê daxistibûn wexta wê dirêj kirin.

Civîn îro an ku di 25ê Sibat a 2026an de bi serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, cîgirê wî Qubad Talabanî û wezîran re hat kirin.

Rojeva civîna encümene berpirsiyariyên darayî yên navbera Erbîlê û Bexdayê, mehaneyên meha Sibatê, reformên di wezareta Pêşmerge de û biryarên rêvebirî yên ku bi welatiyan re têkildar bûn.

Di civînê de hat gotin ku Kurdistan temamê berpirsiyariyên xwe bi cîh aniye û temamê belgeyan şandine wezareta darayî ya Bexdayê. Her wekî cedwela mehaneyan, tabloyên darayî.

Di civînê de wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmail, li ser yekkirina hêzên pêşmerge û pêvajoya reformên di wezaretê de hatin pêşkêşkirin. Di reforman de kesên ku keda wan hene û her weha sipasiya koalisyona navdewletî hat kirin.

Dayîna cezayên trafîkê ku bo wan %20 daxistin hatibû kirin, wexta wan heya 30 Hezîran 2026an wextê wan dirêj kirin.