Dahata petrola Kurdistanê û Iraqê di meha borî de ji 6,4 milyar dolarî derbas kir

Dîroka Weşanê :
Dahata petrola Kurdistanê û Iraqê di meha borî de ji 6,4 milyar dolarî derbas kir

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê rêjeyên îxracatê û dahata wê ya meha Kanûnê bi raya giştî re parvekir. Wezaretê got ku di meha Kanûnê (meha 1ê ya 2026an) de, miqdarê îxraca petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê 107,6 milyon varêle û dahata wê ji 6,4 milyar dolar zêdetire.

Daxwuyaniya wezaretê di 25 Sibat 2026an de hat kirin û wezaretê got:

“Di meha Kanûnê de, me bi temamî 107 milyon 616 hezar û 220 varêl petrola xam îxrac kiriye. Ji îxracatê bi temamî 6 milyar 485 milyon û 294 hezar dolar bidest xistiye.”

Li gor wezaretê; îxracata zêde ji ji sehayên petrolê yên Başûr hatiye kirin. Di ser Basrayê de 101 milyon 160 hezar û 349 varêl petrol îxrac kirine, ji Herêma Kurdistanê 6 milyon 455 hezar û 871 varêl jî di ser xeta Ceyhanê de şandine bazara dinyayê.