NY: Li Somaliyê 6,5 milyon kes bi birsê re rû bi rû ye

Dîroka Weşanê :
NY: Li Somaliyê 6,5 milyon kes bi birsê re rû bi rû ye

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li welatê Somaliyê 1/3 nûfûsa Somaliyê ku dike 6,5 milyon kes, bi birsê re rû bi rû ye. Li Somaliyê her diçe ziwahî, şer û ji ber kêmasiya alîkariyê rewş xerabtir dibe.

Rêvebirê beşa Bernama Xidayê ya Dinyayê (WFP)ê yê Neteweyên Yekgirtî Ross Smith li ser rewşa Somaliyê agahiyan da.

Smith, di rêya video konferansê de tevlî civîna rojnamevanan ya li New Yorkê bû û agahiyan da rojnamevanan. Smith, dema behsa 6,5 milyon kesan kir got ku di nava wan de 2 milyon jin, mêr û zarok bi birsê re rû bi rû ne.

Smith ragihand ku di sala 2026an de wê 1,8 milyon zarokên di bin 5 salan de, bi sedema ku têr xwarinê naxwun, wê bi xwedîkirina akûtê re rû bi rû bimînin û ji wan, wê 500 hezar zarok bi tundî birsê bijîn.

Smith, got ku li welat ziwahî heye, şer û kêmasiya ewlehiyê heye û dezgeyên destekê yên giştî û NY qelsin û ji wan re destek lazim e. Smith got:

“Pêdiviya me bi 85 milyon dolarî heye lê di destê me de tenê 6 milyon dolar heye.”