Îran: “Temamê baregehên Amerîkayê di hedefa me de ne”

Dîroka Weşanê :
Îran: “Temamê baregehên Amerîkayê di hedefa me de ne”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Îranê Abbas Arakçi daxwuyanîyekî da û got ku şerekî di pêş de yê bi DYA re, wê temamê baregehên DYAyê yên li welatên cîranên Îranê bikin hedefa xwe. Abbas Arakçi bo kanala TV ya India Todayê got:

“Eger Amerîka biryarê bide ku êrîşê me bike, wê baregehên Amerîkayê bibin hedefên me yên rewa. Em wan baregehan ne weka axa welatên cîran an li ser axa kîjan welatîne nabînin, em wan baregehên DYAyê dibînin.”

Di daxwuyaniya Îranê de baregehên DYAyê yên li Tirkiyê jî hene ku dike hedef. Arakçi got di dema borî de wexta êrîşê baregeha Amerîkayê ya li Qatarê kir, me berê agahiyan da wezareta karên derve ya Qatarê. Êrîşa me ne bo Qatarê bû lê baregeha DYAyê ya li Qatarê bû.

Arakçi got ku gelek welat gotine ku Amerîka êrîşê Îranê bike, wê nehêlin ku axa wan, ava wan û sehayên wan yên hewayî bên bikaranîn û soz dane Îranê.

Gotinên Arakçi baregehên DYAyê yên li Tirkiyê yên weka İncirlik a Adanayê û Kürecik a Meletiyê jî eleqedar dike.