PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê kesê bi navê Mehmet Olgun di ser medya civakî de ya xwe de, videoya xwe belav kir û paşî xwe kuşt. Olgun di videoya xwe de giriya û got:
“Ez Mehmet Olgun. Kes ji mirina min berpirs nîne. Ez dawiyê li jiyana xwe tînim. Jina xwe û ji zarokên xwe hez dikim. Rewşa aboriya min baş nîne. Heqqê xwe helal bikin. Ez bi daxwaza xwe dawiyê didim jiyana xwe. Ji ber deynên min yên kartên krediye heye, kes kar nade min. Ti rê li ber min nema.”