PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştgiriya xwe ji bo biryara Komîsyona Meclîsê ya serdana Îmraliyê anî ziman.
Erdogan diyar kir ku ev pêngav dê rê li ber pêvajoya çareseriyê veke û armanca "Tirkiyeya Bê Teror" lezdartir bike. Hat diyarkirin ku Parlamenter Huseyin Yayman dê di şandeyê de nûneriya AK Partiyê bike.
Derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de jî, Erdogan bersiva Netanyahû da û got:
"Çavê me li axa kesî nîne û em rêzê li yekparçeyiya Sûriyeyê digirin, lê li hemberî gefên ewlehiyê em ê bêdeng nemînin."