PeyamaKurd – Îro danê sibê li bajarê Silêmaniyê, otomobîlekê li nivîskar û rewşenbîrê naskirî yê Kurd Şêrzad Hesen da û birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb, bûyer li Taxa Eqariyê pêk hatiye. Piştî qezayê, Şêrzad Hesen demildest rakirine Nexweşxaneya Şar a li Silêmaniyê.
Rehman Xerîb derbarê rewşa tenduristiya nivîskarê navdar de zanyarî dan û diyar kir ku rewşa wî "hinekî ne baş e". Xerîb wiha got:
"Mamosta Şêrzad di bûyerê de li ser milê xwe yê rastê ketiye û derbeke giran li serê wî ketiye. Ew rastî şokeke dijwar bûye. Bijîşkên nexweşxaneyê diyar dikin ku rewşa wî ya tenduristiyê niha ne aram e."
Hat zanîn ku tîmên tenduristiyê midaxaleya pêwîst dikin û niha tomografî (CT Scan) ji bo wî tê kişandin.
Şêrzad Hesen kî ye?
Şêrzad Hesenê ku yek ji stûnên edebiyata nûjen a Kurdî tê hesibandin, di destpêka salên 50yî de li Taxa Xaneqayê ya Hewlêrê ji dayik bûye. Wî sala 1975an Beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî li Zanîngeha Bexdayê temam kiriye.
Nivîskarê navdar, ji bilî berhemên xwe yên edebî û wergerên felsefî, 26 salan di sektora perwerdeyê de xizmet kiriye. Her wiha di rêxistinên navneteweyî yên wekî MAG û UNESCOyê de kar kiriye û edîtoriya kovarên zarokan ên wekî "Awat" û "Hêvî" kiriye. Hêjayî gotinê ye ku çendîn romanên wî ji bo Kurdiya Kurmancî jî hatine wergerandin.