Îsraîl êrîşê Lubnanê kir û rayedarekî Hîzbûllahê kuşt

Dîroka Weşanê :
Îsraîl êrîşê Lubnanê kir û rayedarekî Hîzbûllahê kuşt

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Rojhilatê Lubnanê li Wadiya Bekaayê, li devera Baalbekê, êrîşên hewayî pêkanî. Di êrîşan de 10 kes mirin û 50 kes birîndar bûn.  

Li gor 2 çavkaniyên ewlehiyê ku agahî dane ajansa Reutersê, êrîşa do gelek êrîşekî dijwar bûye. Di encama êrîşê de hedefa Îsraîlê baregeha fermandariya Hîzbûllahê bû ye. Artêşa Îsraîlê li ser êrîşê û encama êrîşê got:

“Çend terorîstên girêdayê yekîneyên fuzeyan yên Hîzbûllahê, di 3 baregehên cuda yên fermandariya Hîzbûllahê de hatine kuştin. Hatiye tesbîtkirin ku ji bo lezê bidin amadekariyên rêxistinê û planan bikin da êrîşê ser Îsraîlê bikin, ew bareghan bikaranîne.”

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandine ku di nav kesên kuştîne de, rayedarekî di asta bilind de yê Hîzbûllahê jî heye.

Hîzbûllah heya niha li ser rûdanê ti agahî nedaye çapemeniyê.