PeyamaKurd- Balyozxaneya Îtalya li bajarê Têhranê bi daxuyaniyekê ragihand ku karê konsûlxaneyê yê balyozxaneya xwe li Îranê bi awayê demkî ragirtiye, lê xizmetguzariyên gelek hewce yên lezgîn û karên ku nayêne paşxistin, dê her berdewam bin û vê yekê garantî dike.
Piştî ku terorîst naskirina Supaya Pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, Îranê jî gazî balyozê hejmarek welatên Ewropayê bo wezareta derve kiribû.
Hêjayî gotinê ye, ji ber îhtimala şer û êrîşên Amerîkayê bi ser Îranê de, gelek welatan heta niha balyozxaneyên xwe yên li Îranê de daxistine û beşek ji karmendên xwe ji Îranê derxistine. Herwiha hişyarî dane welatiyên xwe ku serdana Îranê nekin.