Ji ber barana xwurt li 7 navçên Antalya dibistanan kirin tatîl

Dîroka Weşanê :
Ji ber barana xwurt li 7 navçên Antalya dibistanan kirin tatîl

PeyamaKurd – Bi sedema barana xwurt li Antalya dibistanên 7 navçeyan û li Mersinê jî li 3 navçan dibistanan tatîl kirin. Li Antalya hişyariyê dan ku wê barana zêde bibare û li ser hişyariyê li navçên Alanya, Gazipaşa, Kumluca, Kaş, Demre, Finike û Kemerê dibistanan tatîl kirin.

Li bajarê Mersinê jî li navçên Mut, Çamlıyayla û Tarsusê dibistanan tatîl kirin.

Biryar, ji bo ewlehiya xelkê û xwendevanan ya li hemberê lehiyê, avêtina avê ya ser ciyan, heza erdê û gihandin xelkê û xwendevanan biparêzin, hat dayîn û dibistanan bo rojekî tatîl kirin.