PeyamaKurd – Li Iraqê bandora krîza aborî êdî di asta herî bilind a dewletê de xwe nîşan dide.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî, di çarçoveya "tedbîrên teserifê" de biryar da ku peymanên hejmareke şêwirmend û pisporên ofîsa xwe betal bike.
Ev biryar tenê rojek piştî wê yekê hat ku hikûmetê ferman da ku hemû karmendên "zêde" û kêm-berhem ji saziyên dewletê werin bidûrxistin.
Ofîsa Serokwezîr bi daxuyaniyekê ragihand ku Sûdanî ferman daye da ku beş û yekîneyên di nav Ofîsa Serokwezîrtiyê de werin yekkirin.
Armanca vê pêngavê "kêmkirina lêçûnan û baştirkirina performansa hikûmetê" ye. Di vê çarçoveyê de, peymanên gelek şêwirmendên ku dosyayên sereke bi rê ve dibirin hatin bidawîkirin û budceya operasyonel a ofîsê hat sînordarkirin.
Ev gava Sûdanî wekî peyamekê ji bo hemû wezaret û saziyên Iraqê tê dîtin ku di warê darayî de serdema "israfê" bi dawî bûye.
Pisporên aborî diyar dikin ku Iraq ji ber daketina dahatên petrolê û zêdebûna mûçeyên karmendan di tengasiyeke mezin de ye û ev tedbîrên "tengavkirinê" ji bo rêgirtina li hilweşîna aborî neçarî ne.