Gera duyem a Cenevreyê dest pê kir: Îran û Amerîka li ser maseya navbeynkariyê ne

Dîroka Weşanê :
Gera duyem a Cenevreyê dest pê kir: Îran û Amerîka li ser maseya navbeynkariyê ne

PeyamaKurd – Îro, 17ê Sibata 2026an, li bajarê Cenevreyê gera duyem a danûstandinên nukleerî di navbera Amerîka û Îranê de bi fermî dest pê kir.

Ev danûstandinên ku bi navbeynkariya aktîf a Omanê tên birêvebirin, wekî hewldana herî dawî ya dîplomatîk têne dîtin piştî ku krîza leşkerî ya di navbera her du dewletan de gihîştibû asta şer.

Berpirsên payebilind ên Îranê li Cenevreyê peyamên tund dan. Şandeya Îranê ragihand ku ew tenê ji bo doseya nukleerî li ser maseyê ne û bi tu awayî mijarên parastinê, wekî bernameya mûşekên balîstîk, naxin rojevê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Mecîd Text Revançî, bi gotina "divê em du caran li heman cihî neyên gezandin", nîşan da ku Tehran li hember sozên Amerîkayê bi guman e.

Ji aliyê din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema di balafira Air Force One de bû, hişyariyeke zelal da Tehranê. Trump diyar kir ku eger Îran negihîje rêkeftinekê, dê bi encamên giran re rûbirû bimîne. Trump berê jî dabû xuyakirin ku vebijarkên leşkerî ji bo rawestandina bernameya navokî ya Îranê her tim li ser maseyê ne.

Hevdîtin bi awayekî nerasterast di navbera Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî û nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff de, bi serpêrştiya Wezîrê Derve yê Omanê Bedr el-Busaidî pêk tên.

Ev dîplomasî di bin siya şerê 12 rojî yê meha Hezîranê de dimeşe, ku tê de balafirên Amerîkayê hinek tesîsên Îranê bombebaran kiribûn. Çavên cîhanê li Cenevreyê ne ka gelo dê maseya dîplomasiyê bikaribe rê li ber şerekî nû yê herêmî bigire an na.