Konsulê Îranê yê Hewlêrê: Amerîkayê du şertên me yên sereke qebûl kirin

Dîroka Weşanê :
Konsulê Îranê yê Hewlêrê: Amerîkayê du şertên me yên sereke qebûl kirin

PeyamaKurd – Konsulê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê, Feramerz Esedî, di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê, hûrgiliyên giring derbarê gera yekem a danûstandinên bi Amerîkayê re eşkere kirin.

Esedî ragihand ku Tehran bi du şertên sereke vegeriyaye ser maseya danûstandinan û Washingtonê di gera yekem de her du daxwazên wan qebûl kirine:

  1. Sînorkirina Mijarê: Danûstandin dê tenê bi mijara nukleerî ve sînordar bin (bernameya mûşekî û polîtîkayên herêmî li derveyî maseyê ne).
  2. Dewlemendkirina Ûranyûmê: Mafê Îranê yê ji bo berdewamkirina dewlemendkirina ûranyûmê hat naskirin.

Rola Omanê û Swîsreyê

Esedî bal kişand ser rola navbeynkariyê ya welatên herêmê û diyar kir ku her çend gera duyem li Swîsreyê bi rê ve diçe jî, bi daxwaza Tehranê dîsa Oman wekî navbeynkarê sereke di nav pêvajoyê de ye.

Wî her wiha spasiya Tirkiyeyê û welatên din kir ku amadehiya xwe ya ji bo navbeynkariyê nîşan dabûn.

Konsulê Îranî tekez kir ku Tehran dixwaze bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike û ji cîhanê re îspat bike ku gelê Îranê aştîxwaz e. Lê belê, wî hişyarî da ku eger danûstandin bi ser nekevin, Îran ji bo hemû "senaryoyên mihtemel" amade ye û dê mafên xwe biparêze.

Rola Herêma Kurdistanê

Feramerz Esedî di axaftina xwe de pesnê rola Herêma Kurdistanê veda û destnîşan kir ku Hewlêrê di aramkirina rewşa herêmê de roleke "erênî û serkeftî" lîstiye. Esedî got:

Îran welatê yekem bû ku deriyên xwe ji Herêma Kurdistanê re vekir û têkiliyên me yên bazirganî, siyasî û çandî her ku diçe bi pêş ve diçin."