PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di civîna giştî ya bajarê Hesekê de, hêvî da xelkê herêmê û tekez kir ku qonaxa şer bi dawî bûye û niha dema pêkanîna aramî û pêkvejiyanê ye.
Ebdî di civîna bi dirûşma "Bi hev re ji bo parastina civaka xwe" de diyar kir ku rêkeftina 29ê Çileyê wekî nexşerêyekê ketiye warê cibicîkirinê û mizgînî da ku li ser rêxistinkirina HSDê di bin sîwana Wezareta Bervaniyê de, lihevkirin hatiye kirin.
Ebdî got ku bi vî rengî dê parastina hemû şervan û fermandarên xwedî ezmûn ên ku axa xwe parastine, were kirin.
Derbarê dosyaya ewlehiyê de Ebdî diyar kir, pêkhateyên ewlehiyê û hêzên Asayîşê wekî xwe dimînin û di bin sîwana "Wezareta Navxwe" de erkên xwe yên parastina aramiya bajaran berdewam dikin. Herwiha destnîşan kir, proseya têkelkirina saziyan dest pê kiriye; karmend û berpirsên niha dê di cihên xwe de bimînin û bibin beşek ji heykeliya nû ya îdarî.
Fermandarê Giştî yê HSDê eşkere kir, li bajarê Munihê civîneke erênî û berfireh ligel Wezîrê Derve û Berpirsê Îstîxbarata Sûriyeyê pêk aniye. Di civînê de her du alî li ser lezkirina gavan ji bo yekbûn û avakirina baweriyê li hev kirine; ev prose di bin çavdêrî û piştgiriya navdewletî de ye da ku cîbicîkirina rêkeftinê were garantîkirin.
Xaleke din a girîng a axaftina wî, parastina taybetmendiya herêmên Kurdî bû. Mezlûm Ebdî zelal kir ku li gorî rêkeftinan, herêmên Kurdî dê ji aliyê kurên herêmê ve werin birêvebirin û mafên wan ên çandî û îdarî parastî ne. Ev yek dê di çarçoveya sîstemeke hevpar de be ku mafên hemû pêkhateyên din ên wekî Ereb, Suryan û yên din jî diparêze.
Di dawiyê de Mezlûm Ebdî bang li her kesî kir ku li dijî gotara kînê û fitneyê derkevin. Ebdî da zanîn, paşeroja herêmê ber bi avakirin û aramiya hertimî ve diçe û ew rê nadin ti hewildanên ku aştiya civakî têk dibin.