Malbatên DAIŞê yên Kampa Holê bo Helebê tê veguhestin

Dîroka Weşanê :
Malbatên DAIŞê yên Kampa Holê bo Helebê tê veguhestin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hikûmeta demkî ya Sûriyê dest bi veguhestina nişteciyên Kampa Holê ya malbatên rêxistina DAIŞê kiriye û wan ber bi kampeke Helebê ve dibe.

Li gorî nûçeya ajansa AFPê li ser zarê berpirsekî hikûmeta Sûriyê û berpirsê birêvebirina karûbarên Kampa Holê ya li gundewarê Hesekê Fadî El-Qasim daye, ji ber nebûna mercên bingehîn ên jiyanê li Kampa Holê wan biryar da wan nişteciyan bi awayekî awarte veguhêzin kampên Helebê yên amade.

Fadî El-Qasim diyar kir ku îro 17ê Sibatê proseya derxistina nişteciyên kampê dest pê kiriye û di heyama hefteyekê de dê kamp bi temamî were valakirin.

12ê vê mehê jî hatibû ragihandin ku bi tenê 20 malbat li beşa biyaniyan ya Kampa Holê mane.

Kampa Holê ya ku derdora 23 hezar kes lê diman di bin kontrola HSDê de bû, piştî şerûpevçûnên vê dawiyê di navbera HSD û hikûmetê de, ketibû kontrola Şamê.