PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê, li navça Akçakale, li gundê Dormaliyê, seet li dora nîvrojê li ser pirsgirêka arazî du teref ên mirovên hev, li hev xistin. Li hev xiştina wan bi çekan, dar û keviran bû.
Di encamê de 2 ji wan jin bi temamî 10 kes birîndar bûn. Her dû terefên ku li hev xistin mirovên hev in.
Li ser pevçûnê tîmên cendirmeyan, tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Pevçûnê rawestandin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên navçê û bajêr.
Tîmên cendirmeyan li ser bûyerê lêpirsînên xwe dewam dikin.