PeyamaKurd- Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney bi daxuyaniyeke tund bersiv da gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê guherîna rejîma Îranê de.
Xamaney diyar kir ku Amerîka 47 sal in hewl dide Komara Îslamî ji holê rake lê bi ser neketiye û Trump jî wê bi ser nekeve.
Xamaney li Tehranê di hevdîtina bi heyeteke ji Tebrîzê re bal kişand ser hêza artêşa Amerîkayê û got, "Hêza herî mezin a cîhanê jî dikare sileyeke wisa bixwe ku êdî nikaribe rabe ser xwe" û destnîşan kir, çekên wan ên ku keştiyên balafiran bixe bin deryayê hene.
Ev rageşî di demekê de gur dibe ku li Swîsreyê di bin navbeynkariya Umanê de gera duyemîn a danûstandinên navokî di navbera Tehran û Washingtonê de hatin kirin. Her çend Trump dibêje "heger peymaneke rast bidin me em ê êrîş nekin jî Îran peyama berxwedanê dide.