PeyamaKurd- Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, di nirxandina rapora xebatên sala 2025an a MÎTê de nivîsek belav kir. Kalin, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku ev pêngav ji bo aştiya civakî û îstiqrara herêmî destkeftiyeke stratejîk e.
Kalin diyar kir ku welatê wan di qada navneteweyî de bi rola navbeynkariyê ya di krîzên mîna Xezeyê de kapasîteya xwe ya dîplomatîk îspat kiriye û destnîşan kir ku xebatên "Komisyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ber bi hevpeymaneke civakî ve diçe.
Kalin diyar kir, ev pêvajo ne tenê serkeftineke ewlehiyê ye, di heman demê de pêngaveke kûr e ku rê li ber paşerojeke aram û bêteror vedike.
Di derbarê rewşa Sûriyeyê de, Kalin eşkere kir ku MÎT bi nêzîkatiyeke kamil û piralî tevdigere û piştî "Şoreşa 8’ê Kanûnê" di pêvajoya avakirina dewleteke nû de roleke aktîf lîstiye.
Kalin destnîşan kir ku li dijî her cure gefên ku dibe li ser sînorên Tirkiyeyê çêbibin, wan gavên pêşwext avêtine û rê li ber metirsiyan girtine.
Serokê MÎTê herwiha da zanîn ku ew di mijara çareseriya mayînde ya li herêmê, pevguhertina dîlan û lihevkirina navxweyî ya aliyan de dîplomasiya îstixbaratê bi awayekî bibandor bikar tînin da ku Sûriye û herêm bibe qada îstiqrar û ewlehiyê.