PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîrê li gelek deverên wê bi sedema barana zêde cadde û kolan bûn wekî golên avê. Di nava bajêr de çûn û hatina erebeyan gelek zahmet bû û ajotvan ketin rewşekî ku êdî nikaribûn erebeyan bajon.
Li bajarê Îzmîrê di temamê rojê de û ji çend roj berê de jî baran dibare û jiyana xelkê bi neyînî dewam dike.
Hemwelatî û xebatkarên şaredariyê dixebitin da ava kolanan tehliye bikin û logarên ku xitimîne, ji bo wan vekin xebatê dikin.